Hikûmeta Iraqê 102 milyar dînar bo madeya 140 diyar kir

Bexda-KDP.info- Endamê Komîteya Darayî li Parlamentoya Iraqê Serhan Ehmed Silêvaneyî ragihand ku, Encumena Wezîran a Iraqê 102 milyar dinar bi bicîhkirina madeya 140 diyar kiriye. Hevdem eşkere kir ku 15 trilyon dînar ji budceyê Iraqê bo Wezareta Bergiriyê tê diyarkirin û hemû pişka Pêşmerge ji wan pereyan dê were şandin.
Serhan Ehmed Silêvaneyî Endamê Komîteya Darayî li Parlamentoya Iraqê ji KDP.info re ragihand: “Îro Encumena Wezîran a Iraqê 102 milyar dinar bi bicîhkirina madeya 140 diyar kiriye.”
Silêvaneyî wiha domand: “Herwiha 15 trilyon dînar ji budceyê Iraqê bo Wezareta Bergiriyê tê diyarkirin û hemû pişka Pêşmerge ji wan pereyan dê were şandin.”




