Jiyan li Zûmarê asayî bûye

Zûmar-KDP.info- Rêveberê Nahiyeya Zûmarê ragihand ku, hejmarek zêde ji xelkê Zûmarê vegeriyane ser mal û halê xwe û niha jî vegeriyana koçberên wê deverê ji Dihokê berdewam dike û dibistanên piraniya gundan hatine vekirin.
Mizahim Sedûn Rêveberê Nahiyeya Zûmarê ji KDP.info re ragihand: “Piştî ku nahiyeya Zûmarê û gundên wê ji terorîstên DAIŞê hatin rizgarkirin niha li tevahiya gundan û nav Zûmarê jî jiyan asayî bûye û xelkê Zûmarê vegeriyane ser mal û halê xwe û niha jî vegeriyana koçberên wê deverê ji Dihokê berdewam dike û dibistanên piraniya gundan hatine vekirin.”
Sedûn wiha got: “Nahiyeya Zûmarê hemû gundên wê hatin azadkirin û tevgera DAIŞê li wir nemaye û şûna wan jî hatiye paqijkirin û hikûmetê biryar daye ku karebayê vegerîne wir.”




