26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Başîk.. 13 terorîstên DAIŞê hatin kuştin

Çavkanî: KDP.info

Başîk-KDP.info- Berpirsê liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê Ismet Receb rahihand ku, balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî bi giranî li çeperên DAIŞê li eniya Başîkê dan û hejmarek çekdarên wan kuştin.

Ismet Receb Berpirsê liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji KDP.info re ragihand: “Îro piştî nîvro balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî bi giranî li çeperên DAIŞê li eniya Başîkê dan û di encamê de 13 çekdarên wan hatin kuştin 8 jî birîndar bûn.”

Receb wiha domand: “Jibilî ziyanên canî, veşargeyekî çek û teqemeniyê ya DAIŞê di wan lêdanan de hat têk birin, ku gellek çek û teqemenî tê de bû.”
 

Nûçeyên têkildar