26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ewnî: Kanton tê wateya vegerandin bo sedeya 15an..Kurdistan bi aliyê dewletê ve dice

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Endamê Encumena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Ewnî ragihand ku, di nava refên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de xortên dilsoz û azadîxwaz hene, lê niha balekî serkirdatiya wê partiyê bi ti awayî ne di berjewendiya doza gelê kurd de ye, ji ber ku nabe tu xwedî herêmek şeriî bî û ew daxwaza parçe parçe bikin û bibe kanton û em vegerin bo sedema 15an, ji ber ku kanton wê wateyê dide.

Elî Ewnî Endamê Encumena Serkirdatiya PDKê ji KDP.info re ragihand: “Di nava refên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de xortên dilsoz û azadîxwaz hene, lê niha balekî serkirdatiya wê partiyê bi ti awayî ne di berjewendiya doza gelê kurd de ye, ji ber ku nabe tu xwedî herêmek şeriî bî û ew daxwaza parçe parçe bikin û bibe kanton û em vegerin bo sedema 15an, ji ber ku kanton wê wateyê dide.”

Ewnî wiha got: “Ew kar xizmeta ti aliyekî nake, tenê mifayê digihîne kesên faşil ku li hinek welata ne û dizanin ku derfet bo avakirina dewleta Kurdî hatiye û dixwazin li dijî wê derkevin û vê derfet ji dest bibin.”

Wî Endamê Encumena Serkirdatiya PDKê wiha domand: “Ew kesên ku dibêjin bila Şingal bibe kanton, heta niha yek gund li Bakurê Kurdistanê rizgar nekirine.

Elî Ewnî got: “Ew kesên wan daxuyamiya didin, yekrêziya kurdan têk dibin û ti demê kurd wek niha nêzîkî serxwebûnê nebûne.”

Ewnî derbarê Şingalê got: “Kes nikare li dijî xwesteka xelkê Şingalê biryarê bide. Beriya niha hinek kesên din hewla wê yekê dan lê serkeftin bi dest nexistin.”

Nûçeyên têkildar