26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kobanê.. Pêşmerge û şervanên YPGê 2 tank têk birin û 50 çekdar kuştin

Çavkanî: KDP.info

Kobanê-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê, Emîd Şewket Mizûrî ragihand ku, îro Pêşmerge û şervanên YPGê 2 êrişên ,ezin ên DAIŞê pûç kirin, bi awayekî ku 2 tankên DAIŞê hatin têkbirin û 50 terorîstên wan hatin kuştin.

Emîd Şewket Mizûrî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ji KDP.info re ragihand: “Îro serê sibehê seat 05:00 terorîstên DAIŞê li rojhilat û başûrê Kobanê 2 êrişên mezin bi çekên giran û 5 Tankan kirin ser me, lê ji aliyê şervanan û Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiv wan hat dan û ew şer 3 setan berdewam kir û di dawiyê de ziyanek mezin gehişt wan terorîstan.”

Mizûrî wiha got: “Di wî şerî de bi dehan terorîstên DAIŞê hatin kuştin ku tenê yên em ji wan piştrast in 50 kes ji wan hatin kuştin û 2 Tankên wan hatin têkbirin.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Tenê li aliyê rojhilatê Kobanê çekdarên DAIŞê mane û ji nav bajêr û hemû bajêr hatin derxistin.”

Herwiha li Kobanî îro derdora saet 11:00ê teqîneke bihêz çê bû, lê hêj ziyanên teqînê nehatiye diyar kirin.

Balafirên hevpeymaniya navdewletî ji vê sibehê de çeperên DAIŞê li başûr û rojhilatê Kobanî bombebaran kirin.

Nûçeyên têkildar