25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hêzên Pêşmerge Saylo û nexweşxaneya Şingalê azad kirin

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Endamê xula berê ya Parlamentoya Iraqê li ser fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehme Xelîl ragihand ku, îro Pêşmerge li Şingalê pêşve çûn û karîn Saylo û nexweşxaneya Şingalê azad bikin.

Mehme Xelîl Endamê xula berê ya Parlamentoya Iraqê li ser fraksiyona PDKê ji KDP.info re ragihand: “Niha şer li Şingalê di navbera Hêzên Pêşmerge û terorîstên DAIŞê de berdewam dike û îro jî Pêşmerge pêşveçûnên baş kirin û karîn Saylo û nexweşxaneya Şingalê azad bikin û ziyanek mezin bighînin terorîstên DAIŞê.”

Xelîl wiha got: “Niha %70 ji Şingalê di destê me de ye û em li ser pêşveşûnê berdewam in.”

Derbarê tevlîbûna şervanên YPGê li eniya Şingalê di şerê li dijî DAIŞê de, Endamê xula berê ya Parlamentoya Iraqê Mehme Xelîl wiha got: “Tenê Hêzên Pêşmerge li eniya pêşî ya şer de ne û ti hêzek din li wir nîne. Hemû sînorê Şingalê 150 şervanên YPGê lê nîn in û dûrî eniya şer in.”

Nûçeyên têkildar