26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Giwêr..Çekdarên DAIŞê tenê dikarin êrişên xwekûjî encam bidin

Çavkanî: KDP.info

Giwêr-KDP.info- Cîgirê Berpirsê Eniya Mexmûr – Giwêr ragihand ku, ew êrişên ku DAIŞê li eniya wan pêk tine hemû xwekujî ne û nema karin ti cihekî bixin destê xwe de û bi temamî jihev ketine.

Aras Heso Mîrxan Cîgirê Berpirsê Eniya Mexmûr – Giwêr û berprsê liqa 16 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê ji KDP.info re ragihnad: “Ew êrişên ku çekdarên DAIŞê li eniya Mexmûr – Giwêr pêk tînin tenê armanca wan gihandina ziyanê ye bo Hêzên Pêşmerge, ku êrişên wan xwekûjîne, lê Pêşmerge bi moralekî bilind berevaniyê dikin û êrişên wan têk dibin. Herwiha hêza wan nemaye ku ti deveran bixin destê xwe de, ji ber ku bi temamî jihev ketine.”

Derbarê êrişên xwekûjî yên nêzîkî gundê Sultan Ebdula ku DAIŞê encam dane li dijî Artêşa Iraqê, Aras Heso Mîrxan wiha dibêje: “DAIŞê êrişê Artêşa Iraqê kir û cihê wan kontrol kir.”
 

Nûçeyên têkildar