20 hezar welatî vegeriyane nahiyeya Sinûnê

Sinûnê-KDP.info- Piştî ku Hêzên Pêşmerge karîn nahiyeya Sinûnê û kokelgehên li derdora wê ji terorîstan paqij bikin, 20 hezar welatî ser mal û hale xwe, ku niha jî bi awayekî berdewam vedigerin.
Qayîmqamê Navçeya Şingalê Meyser Hacî ji KDP.info re ragihand: “Li nahiyeya Sinûnê û komelgeh û gundên derdora wê, tîmên bajêrvaniyê û karaba û av û tendirûstiyê dest bi karê xwe kirin û niha nexweşxane û çend fermangehên wê paqij kirin û dewam li nexweşxaneyê dest pê kiriye û rojane welatî û Pêşmerge serdana wê dikin.”
Meyser Hacî wiha got: “Heta niha bêtirî 20 hezar welatî vegeriyane û vegeriyana wan bo ser mal û halên wan berdewam dike, lewma em hewl didin ku di demeke nêzîk de tevahiya navçeyê di şûna DAIŞê paqij bikin û dest bi xizmetê bikin û jiyanê vegerînin wan.”




