Serokê û cîgirê nû yê Îtîlafa Sûriyê hatin hilbijartin

Stenbolê-KDP.info- Desteya Giştî ya Hevpeymaniya Niştimanî ya Dijbereya Sûriyê (Îtîlaf) Dr. Xalid Xoce li şûna Hadî el-Behra wek Serokê Îtîlafê hilbijart.
Ev çend roj in ku civînên Hevpeymaniya Niştimanî ya Dijbereya Sûriyê li Stenbolê didomin û warê rêxistinî û siyasî gotûbêj dikin.
Endamê Hevpeymaniya Niştimanî ya Dijbereya Sûriyê yê kurd Mistefa Oso ji KDP.info re ragihand: “Dr. Xalid Xoce di hilbijartinan de 56 deng bidest anîn, li pêşiya rekaberê xwe Nesir Herîrî ket, ku wî jî 50 deng bi dest anî.”
Mistefa Oso wiha domand: “Lê hilbijartina emîndarê giştî yê Hevpeymaniya Niştimanî ya Dijbereya Sûriyê di gera yekê de bi dawî nehat û berbijêr çûn gera duyemîn.”
Oso wiha got: “Herwiha Haşim Mirwe wek cîgirê yekê yê serokê Îtîlafê hat hilbijartin û herdu cêgirên din di gera duyemîn de wê bên hilbijartin.”
Desteya Giştî ya Îtîlafê bawerî da Hikûmeta Ehmed Tuime, her wiha bawerî da çend wezîran û Nadir Osman wek cîgirê serokê hikûmetê hat destnîşankirin.
Derbarê warê siyasî de, Hevpeymaniya Niştimanî ya Dijbereya Sûriyê însiyatîfa Rûsyê gotûbêj dike û bi aliyê wê yekê de diçe ku wê însiyatîfê red bike.




