Goran: Em daxwaza yekîtiya hemû aliyên kurdî li Bexdayê dikin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê ragihand ku, ji destpêka avakirina Parlamentoya Iraqê heta niha em destpêşxeriyê dikin bo avakirina hevpeymaniyeke kurdî û niha jî me ew yek kir lê bersiva me nehat dan. Herwiha da zanîn ku Dewleta Qanûnê nikare astengiyan bo pesendkirina budce derxe.
Xesro Goran Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê ji KDP.info re ragihand: “Her ji despêka ji destpêka avakirina Parlamentoya Iraqê heta niha em destpêşxeriyê dikin bo avakirina hevpeymaniyeke kurdî di navbera hemû aliyan de û niha jî me ew daxwaz kiriye lê bersiva me nehat dan.”
Goran wiha domand: “Di nav aliyên kurdî de, li Bexdayê bêhtirîn perlemanter yên me ne, ku hejmara wan 28 in û me daxwaza yekîtiyê û avakirina hevpeymaniyekê ji hemûyan kiriye û bi awayê ku ew dixwazin. “
Xesro Goranwiha got: “Li ba me pile û kursî ne girîng e, eger girîng ba niha me gellek kursî wergirtibûn, lê yekrêziya nav mala kurdî ji her tiştî girîngtir e.”
Derbarê amadekariyên bo piroje yasaya budceyê, Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Xesro Goranwiha got: “Dewleta Qanûnê nikare astengiyan bo pesendkirina budce derxe, ji ber ku ti aliyek piraniya kursiyên wî di Parlamentoyê de nine.”




