25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Balafiran li Enbarê otomobîl û çekên DAIŞê têk birin

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li Enbarê li navend û çeperên rêxistina DAIŞê dan û hejmarek çek û otomobîlên wan têk birin.

Çavkaniyên leşkerî li parêzgeha Enbarê ragihandin ku, balafiran li navçeya Hît û Qaîm yên parêzgeha Enbar, bi giranî li DAIŞê dan û zerer û ziyanek mezin gehandin wan, ku 8 otomobîlên wan ên leşkerî û gellek çekan jî jinav birin.

Ligel wan êrişan, hêzên Iraqê berê xwe dan aliyê rojavayê parêzgehê, da ku rêya Sûriyê li ser DAIŞê bigirin û alîkariyên mirovî û leşkerî yên ku ji Sûriyê tên, li ser qut bikin.

Herwiha hat ragihandin ku, hêzên hevbeş ên iraqî karîn %90ê parêzgeha Enbarê rizgar bikin.

Ji aliyekî dî ve, li Mûsilê Endamê Lêjneya Tenduristiyê ya Parlamentoya Iraqê, Feysel Xazî eşkere kir ku DAIŞê 5 çekdarên xwe bi hêceta ku bi nexweşiya Ebolayê ketine, şewitand.
 

Nûçeyên têkildar