Koçberên Şingalê dê bên qerebûkirin

Şingal-KDP.info- Qayîmqamê Navçeya Şingalê ragihand ku, îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana çiyayê Şingalê kir û li wir sipasiya Hêzên Pêşmerge kir, her wiha pîrozbahî li xelkê Şingalê kir bi boneya rizgarkirina beşekî mezin ji navçeya wan û da zanîn ku ew xelk dê bi awayekî baş bên qerebûkirin.
Meyser Hacî Salih Qayîmqamê Navçeya Şingalê ji KDP.info re ragihand: “Serdana Serokwezîrê Kurdistanê bo çiyayê Şingalê bûye cihê dilxweşiya hemû kurdên êzîdî.
Salih wiha got: Nêçîrvan Barzanî sipasiya Hêzên Pêşmerge kir, her wiha pîrozbahî li xelkê Şingalê kir bi boneya rizgarkirina beşekî mezin ji navçeya wan û da zanîn ku ew xelk dê bi awayekî baş bên qerebûkirin.”
Qayîmqamê Navçeya Şingalê wiha domand: “Serokwezîr behsa wê yekê kir ku, çend komîte bo qerebûkirina kesên berketî dê bên avakirin û bi awayekî baş dê werin qerebûkirin. Herwiha ew kesên ku canê xwe ji dest dane dê wek şehîd werin naskirin û daxwaz ji me kir ku em navê kesên windayî ji wan re bişînin.”
Meyser Hacî Salih tekez kir ku, “Nêçîrvan Barzanî ji me re got ku di demeke nêzîk de, Şingal dê rizgar bibe û xelkê wê dê vegerin ser malên xwe.”




