26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Miştenûr hat azadkirin..Rizgarkirina Kobanê gelekî nêzîk e

Çavkanî: KDP.info

Kobanê-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ragihand ku, şervanên YPGê bi alîkariya Hêzên Pêşmerge pêşveçûnên baş li Kobanê kirine û bera çekdarên DAIŞê dane û niha Kobanê nêzîkî rizgarbûnê ye.

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanî Emîd Şewket Mizûrî ji KDP.info re ragihand: “Şevê din li Rojhilatê Kobanê şervanên YPGê bi hevkariya topxaniya Hêzên Pêşmerge êriş kirin ser çekdarên DAIŞê û pêşve çûn û wan çekdaran nema karîbû bergiriyê li xwe bikin û direviyan.”

Emîd Şewket wiha got: “Li girê Miştenûrê, çekdarên DAIŞê bi bê şer paşve kişiyan û reviyan û niha jî şervanên YPGê ciha wan girtine.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Beşê herî mezin ji Kobanê ji destê DAIŞê hatiye derxistin û nema Karin xwe bigrin, lewma rizgarkirina Kobanê bi yekcarî gelekî nêzîk e.”

Emîd Şewket Mizûrî gotina xwe wiha qedand: “Hêzekî din a Pêşmerge hatiye amadekirin da ku bên cihê me û emê jî vegerin Başûrê Kurdistanê.”
 

Nûçeyên têkildar