Nêçîrvan Barzanî: Em destxweşî li wan qehremanan dikin ku parastina cihê pîroz ên êzîdiyan kirin
__2015_01_05_h16m52s47__LB.jpg)
Çiyayê Şingalê-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku, çi ji destê hikûmetê bê, wê ji bo Şingalê û kurdên êzîdî bike. Herwiha destxweşî li wan qehremanên ku berevanî kirin û nehiştin ew cihê pîroz ên êzîdiyan bikevin destê DAIŞê.
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro nîvro gihîşt ser çiyayê Şingalê û serdana mezargeha Şerfedîn kir û ligel kurdên êzîdî civiya.
Nêçîrvan Barzanî li wir civîneke rojnamevaniyê lidar xist û tê de ragihand: “Piştî rizgarkiririna Şingalê bi temamî, emê dest bi pêşkêşkirina xizmeta wê deverê bikin.”
Serokwezîrê wiha got: “Komîteyên hikûmetê dê serdana çiyayê Şingalê û navçeyê bikin û çi ji destê hikûmetê bê, wê ji bo Şingalê û kurdên êzîdî bikin.”
Nêçîrvan Barzanî destxweşî li wan qehremanên ku berevanî kirin û nehiştin ew cihê pîroz ên êzîdiyan bikevin destê DAIŞê.
Serokwezîrê Kurdistanê wiha domand: “Rizgarkirina Şingalê ne di bernameya operasyona rizgarkirina çiyayê Şingalê de bû, ji ber ku di serî de ew operasyon tenê bo rizgarkirina koçberên çiyayê Şingalê û nahiyeya Sinûnê bû.”
Şêxekî êzîdiyan ku ligel Nêçîrvan Barzanî civiya bû, ragihand: “Em dilxweşin bi hatina Serokwezîr, ku îro ji me re cejn e.”
Wî şêxî herwiha daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir ku, Keç û jinên kurdên êzîdî ji destê DAIŞê rizgar bikin.
Di çarçoveya serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo ser Çiyayê Şingalê Feramndarê Pêşmergeyên Kurdên Êzdî Qasim Şeşo bersiva wan daxyaniyan da ku dibêjin bila Şingal piştî azadkirinê bibe herêmeke serbixwe.
Roja 23ê Kanûna sala 2014an de, di daxuyaniyekê de bo yek ji malperên ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş daxwaz ji Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî kir ku “Xwe li ser Şingalê feriz nekin, lê ji bo avakirina rêveberiya xweser li wê de hevkar bin. pêwîste li şûna ku Şingal ser bi Herêma Kurdistanê ve bê kirin, rêveberiyeke xwecihî tê de were pêkanîn, ku ji aliyê xelkê wê deverê ve were rêvebirin.”
Di bersiva vê daxuyaniya Demîrtaş de, Qasim Şeşo wiha got: “Kesê ku dibêje bila Şingal bibe herêmeke serbixwe, ew neyarê me ye. Em di bin biryara Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de ne.”
Herwiha Fermandarê Pêşmerge Qasim Şeşo li wir, çûna Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî bo ser çiyayê Şingalê bi “dîrokî” binav kir û got “qet ev roj nayê jibîrkirin.”
Şeşo da zanîn ku, ew dê piştî aramiya rewşê li Şingalê, daxwaz bikin ku “Şingal bibe parêzgehek ser bi Herêma Kurdistanê ve.”
Qasim Şeşo wiha got: “Ew kesên ku va gotinan dibêjin ne nûnerên me ne. Şingal beşeke ji Herêma Kurdistanê û ew biryar di destê me û Serok Barzanî de ye.”
Şeşo gotina xwe wiha qedand: “Mala Barzanî dilsozê êzîdiya ne û Şingal heta heta kurdistanî ye.
Roja 17ê Kanûna sala 2014an, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê operasyona azadkirina Şingalê dest pê kirin, di çarçoveya 48 demjimêran de karîn rêyên hatin û çûna çekdarên DAIŞê li derdora Şingalê bibirin, herwiha dorpêça ser Çiyayê Şingalê rakirin û derbasî qeza şingalê bi xwe jî bûn û heta niha şer û pevçûn di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de li wê qezayê berdewamin.




