26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

New Kerala: Pêwîstiya Pêşmerge bi çekên giran heye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Li gorî agahiyên malpera New Kerala, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê pêwîstiya wan bi çekên giran heye û pêwîst e Amerîka ji wan re peyda bike. Herwiha dide zanîn ku, pêwîstiya Pêşmerge bi lêdana zêdetir a balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî û Amerîkî heye, da ku zêdetir li çekdarên DAIŞê bidin.

Malpera New Kerala di raporekê de derbarê şerê di navbera Hêzên Pêşmerge û terorîstên DAIŞê de, dinivîsîne ku, bi mebesta lawazkirina terorîstên DAIŞê bi awayekî baştir û şikenandina wan, pêwîstiya Pêşmerge bi çekên amerîkî yên giran heye, ji ber ku ew şer ne bi awayekî dadperweriye, ku Pêşmerge bi guleyan li hember çekên pêşketî û giran yên DAIŞê şer dikin, lewma divê niha Amerîka çekên giran û pêşkeftî bide Pêşmerge.

Derbarê êrişên balafirên şer jî, wê malperê nivîsandiye ku, pêwîstiya Pêşmerge bi lêdana zêdetir a balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî û Amerîkî heye, da ku zêdetir li çekdarên DAIŞê bidin.
 

Nûçeyên têkildar