“Serok Barzanî ciddî ye di yekxistina Hêzên Pêşmerge de..Pêwîste hemû alî hevkar bin”

Hewlêr-KDP.info- Endamê polîtbîroya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Semîr Selîm ragihand ku, Serokê Herêma Kurdistanê di mijara yekxistina Hêzên Pêşmerge de ciddî ye, lê pêwîst e hemû alî hevkar bin, bi taybetî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê.
Semîr Selîm Endamê polîtbîroya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ji KDP.info re ragihand: “Ev demeke dirêje ku em daxwaza yekxistina Hêzên Pêşmerge dikin û daxwaza bi niştimanîkirina dezgehên ewlehiyê û em di wê baweriyê de ne ku ew yek pêngaveke girîng e bo çaksaziyê û pêwîst e were kirin.”
Selîm wiha got: “Her pêngavek ber bi yekîtiyê were avêtin, erênî ye û em piştevaniya wê dikin.”
Endamê polîtbîroya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Semîr Selîm ragihand ku, “Serokê Herêma Kurdistanê di mijara yekxistina Hêzên Pêşmerge de ciddî ye, lê pêwîst e hemû alî hevkar bin, bi taybetî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ku xwedî hêzin û dikarin hesankariyê ji wê pirojeyê re bikin.”




