Kerkûkî: Pêşmerge li Kerkûkê bi çekên nû li DAIŞê da

Kerkûk-KDP.info- Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûk – Dûbiz, Dr. Kemal Kerkûkî ragihand ku, piştî ku çekdarên DAIŞê duhî ji sê aliyan ve hatin şikestin, îro jî careke din dixwestin nêzîk bibin, lê Hêzên Pêşmerge bi çekên nû li wan dan û agir bi ser wan de barandin.
Dr. Kemal Kerkûkî Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûk – Dûbiz ji KDP.info re ragihand: “Hêzên Pêşmerge yên rojavayê Kerkûkê û navçeya Dûbiz li gundê Kobêbeyê çeperên DAIŞê bi çekên nû bombebaran kirin. DAIŞ DAIŞê li gundê Gubeybeyê xendeqek dikolandin, lê me bi çekên giran li wan dan û me bagira wan têk bir û hejmarek çekdarên wan kuştin û gellek jî birîndar kirin û yên din jî reviyan.”
Kerkûkî wiha got: “Ji ber ku cihê wan dûr bû, em nizanin ku ziyanê wan çend bû.”
Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûk – Dûbiz ragihand: “Çekdarên DAIŞê duhî ji sê aliyan ve êriş kirin lê hatin şikestin û îro xendeq dikplandin da ku xwe tê de veşêrin û piştre êriş bikin, lê pilana wan ser negirt.”




