Li Naweran DAIŞê Moşekek amade kiribû lê bi wan de teqiya

Naweran-KDP.info- Berpirsê Liqa 9 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li eniya Naweran, eşkere kir ku çekdarên DAIŞê ji duhî ve 2 pêlan danîne bo lêdana Pêşmerge, lê ji wan re neçû serî û çend çekdar jî ji wan hatin kuştin.
Serbest Tirwanşî Berpirsê Liqa 9 ya PDKê li eniya Naweran ji KDP.info re ragihand: “DAIŞ hêza xwe vedşêre û nikarin xwe ji xendeqan derxînin, duhî 2 moşek amadekiribûn ku bavêjin ser Pêşmerge, lê ew Moşek bi wan de teqiyan û çend çekdarên wan hatin kuştin.”
Tirwanşî wiha got: “Çekdarên DAIŞê otomobîlek bombekirî anîbûn deverê, da ku li gundê Faziliye biteqînin, lê Hêzên Pêşmerge li wan dan û di encama topbarana wan de ew otomobîl hat têkbirin û çekdarek wan jî tê de çû.”
Berpirsê Liqa 9 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) gotina xwe wiha qedand: “Çekdarên DAIŞê tenê bi şev derdikevin, ji ber ku ji tirsa Pêşmerge bi roj dernakevin û tevgera wan hatiye qutkirin.”




