Kanada: Kurdistan xwedî girîngiyeke taybet e..Emê Pêşmerge perwerde bikin û çekan bidênê

Kanada-KDP.info- Wezîrê Derve yê Kanadayê Con Bêrd ragihand ku, Herêma Kurdistanê bo welatê wî xwedî girîngikeke taybet e, lewma ewê çekan bidin Hêzên Pêşmerge û wan meşiq û berwerde bikin.
Wezîrê Derve yê Kanadayê Con Bêrd ku hevdem perlemanterê welatê xwe ye, ji malpera Full-Time Whiste re helwesta welatê xwe derbarê lêdana DAIŞê li Iraq û Sûriyê diyar dike û dibêje ku, “Herêma Kurdistanê bo welatê wî xwedî girîngikeke taybet e, lewma emê çekan bidin Hêzên Pêşmerge û wan meşiq û berwerde bikin.”
Con Bêrd derbarê Sûriyê jî ragihand: “Lêdana DAIŞê li nav axa Sûriyê li ba me ne gelekî girîng e.”
Derbarê Iraqê jî, Wezîrê Derve yê Kanadayê ragihand: “2 balafirên me ji core CF-18S li nêzîkî bajarê Felûcayê li çeperên DAIŞê dan. Ji me re girîng e ku li Iraqê bi operasyonên berfireh li DAIŞê were dan.”




