26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Kerkûk.. DAIŞê li Hewîce 170 kes girtin

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info- Çekdarên DAIŞê bi dehan kes ji xelkê 2 gundên nêzîkî Kerkûkê bi tometa şewitandina ala rêxistina wan, revandin.

Rêveberê Polîsê Qeza û Nahiyeyên Kerkûkê Emîd Serhed Qadir ji KDP.info re ragihand ku çekdarên DAIŞê şeva borî 170 ciwan û zilamên herdu gundên Elşecer û Xerîb li nêzîk qeza Hewîce ya girêdayî parêzgeha Kerkûkê, revandin.

Emîd Serhed Qadir got, ew kesên ku bi tometa şewitandina ala DAIŞê hatine revandin, bi 30 otomobîlan ji bo navenda Hewîce hat veguhestin.

Nûçeyên têkildar