Boriya petrola Kerkûkê bi ya Kurdistanê hatiye girêdan..Heta butce neyê pesendkirin Kurdistan petrolê nade Bexda

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Komîteya Cavkaniyên Xwezayî ya Parlamentoya Kurdistanê ragihand ku, boriya petrola Kerkûkê temam bûye û bi boriya Kurdistanê hatiye girêdan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî biryar daye ku heta piroje yasaya butceya Iraqê neyê pesendkirin, Kurdistan 250 hezar bermîl petrol nadin Bexdayê.
Piştî ku Bexda û Herêma Kurdistanê derbarê petrolê û butceyê lihev kirin û niha amadekarî bo girêdana boriya Kerkûkê bi boriya Kurdistanê ve bi dawî hatiye û Kurdistan çaverê pesendkirina butçeya giştî ya Iraqê ye, da ku petrola Kerkûkê û herêmê ku 300 hezar bermîl rojane ji Kerkûkê û 250 hezar bermîl petrol ji pişka Kurdistanê bê şandin.
Derbarê vê pirsê, Cîgirê Serokê Komîteya Cavkaniyên Xwezayî ya Parlamentoya Kurdistanê Dilşad Şeban ji KDP.info re ragihand: “Girêdana boriya petrola Kerkûkê bi boriya Herêma Kurdistanê ve bi dawî hatiye, lê ez nizanim ku dest bi henardekirina petrola Kerkûkê hatiya kirin ya na.”
Dilşad Şeban wiha got: “Hikûmeta Kurdistanê behsa wê yekê kir ku heta ku pirojeyasaya butceya Iraqê neyê pesendkirin, Kurdistan 250 hezar bermîl nade Bexdayê, lê di vê rewşê de dibe ku Bexda jî yek li ser 12 ji butceya Herêma Kurdistanê nede.”




