Kobanê..%80 hatiye azadkirin..Hêzên kurdî bi aliyê Kaşê Meştenûrê pêşve diçin

Kobanê-KDP.info- Pijîşik û Efserê Hêzên Pêşmerge li Kobanê Izedîn Temo ragihand ku, Pêşmerge û şervanên YPGê ber bi aliyê Kaşê Meştenûrê pêşve diçin û niha %80ê Kobanê hatiye rizgarkirin. Herwiha da zanîn ku, ji duhî heta niha bêtirî 24 terorîstên DAIŞê hatine kuştin.
Izedîn Temo Pijîşik û û Efserê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ji KDP.info re ragihand: “Îro şer li Kobanê berdewam dike û armanca Hêzên Pêşmerge û şervanên YPGê niha girtina Kaşê Miştenûrê, ji ber ku ew cih gelekî girîng û stratejîk e û bi ser bajarê Kobanê dikeve, lewma eger hat rizgarkirin dê bi hesanî Kobanê jî were azadkirin.”
Temo wiha got: “Ew şerê ku di navbera me û terorîstên DAIŞê tê kirin, bêhtir li derdora Kaşê Miştenorê li li başûrê rojhilatê Kobanê û herwiha li rojhilat û rojavayê Kaniya Kurdan e.”
Izedîn Temo derbarê kuştiyên terorîstên DAIŞê agahî dan ku, “Duhî 24 terorîstên DAIŞê li Kobanê hatin kuştin û îro jî hejmarek mezin hatin kuştin, lê heta niha hûrgiliyên temam neketine destê me.”
Izedîn Temo gotina xwe wiha qedand: “Ji bilî ku Hêzên Pêşmerge û şervanên YPGê bi hevahengiyeke temam şerê DAIŞê dikin. Herwiha balafirên Amerîkayê jî çeperên DAIŞê didin ber bombeyan û niha %80ê kobanê di destê me de ye.”




