26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kerkûkî: Şer dest pê kir û Pêşmerge di bergiriyeke qehremanan de ye

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info- Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûk – Dûbiz Dr. Kemal Kerkûkî ragihand ku, vê êvarê şer li derdora Tel Werid û Simaylawa û Gubêbê dest pê kir û Hêzên Pêşmerge jî di bergiriyeke qehremanane de ne. Herwiha xelkê Kurdistanê piştrast kir ku axa Kurdistanê dl ji wan terorîstan were paqijkirin û wan biparêzin.

Dr. Kemal Kerkûkî Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûk – Dûbiz ji KDP.info ragihand: “Vê êvarê li derdora Tel Werid û Simaylawa û Gubêbê terorîstên DAIŞê hewl dan bên pêşî, li hember de lîwaya 5 û hêza amade ya qehreman bi tundî bersiva wan dan û heta niha şer di navbera Hêzên Pêşmerge û wan terorîstan de berdewam dikin û Pêşmerge pir bi moral berevaniyê dike.”

Kerkûkî wiha got: “Li navçeya Simaylawayê jî çekdarên DAIŞê hewl dan bi çekên Doşke li Hêzên Pêşmerge bidin, lê wek her car Hêzên Pêşmerge lihev hatin hev û ji çend aliyn ve li terorîstên DAIŞê didin.”

Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûk – Dûbiz da zanîn ku, “Li Gubêbeyê  jî bi heman awayî terorîstên DAIŞê berê xwe dan eniyên Pêşmerge û teqe kirin, lê Pêşmerge jî bi mêranî li wan dan û heta niha şer berdewam dike.”

Kemal Kerkûkî gotina xwe wiha qedand: “Emê gel û axa Kurdistanê ji terorîstan paqij bikin û miletê xwe biparêzin.”
 

Nûçeyên têkildar