26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şingal.. Pêşmerge 400 metrên din pêşve çûne..Rêya Sûriyê topbaran dikin

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Berpirsê Eniya Şingalê Bihram Yasîn Doskî ragihnad ku, Hêzên Pêşmerge berdewam bûşve dicin û ji pêr ve çendîn taxên din xistine destê xwe û rêya Mûsil –Sûriyê li ser çekdarên DAIŞê bûye dozex û berdewam tê topbarankirin.

Bihram Yasîn Doskî Berpirsê Eniya Şingalê ji KDP.info re ragihand: “Ji duhî ve şer berdewam dike û Hêzên Pêşmerge nêzîkî 400 m pêşve çûne û di nava van çend rojên borî de me karî 3 taxên din ên Şingalê azad bikin, ew jî Taxa Kevin, Berberoj û Nesre.”

Wî perpirsê Pêşmerge wiha got: “Rêya serke ya di navbera Mûsil û Sûriyê de ye, em didin ber agir, ku ew terrorist tê de dicing û vedigerin, lê topên me nahêlin bi xweşî di wê riyê re herin.”

Doskî wiha domand: “Terorîstên DAIŞê her zû hewl didin ku êriş bikin, lê Hêzên Pêşmerge bi giranî li wan didin û wan dişkînin. Hêzên Pêşmerge moralê wan gellekî bilind e û amade ne bo bicîh anîna fermanên Serok Barzanî û Serokwezîrê Kurdistanê ku dibêjin nabe bustek ji axa Kurdistanê di destê DAIŞê de bimîne.”

Nûçeyên têkildar