26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Sala xweşî û şadî û kameraniyê be

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Bi boneya roja ji dayîkbûna pêxemberê îslamê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li musilmanên Kurdistanê û cîhanê kir û hêvî xwest ku Kurdistan her aram û avedan be û hemû aliyek serkeftî be.

Li Başûrê Kurdistanê aheng û mewlûd bi boneya roja ji dayîkbûna pêxemberê îslamê berdewam dikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi hevaltiya Wezîrê Ewqaf û Karubarên Olî û Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî beşdarî merasîma roja ji dayîkbûna pêxemberê îslamê li mizgefta Hacî Salih Debax li bajarê Hewlêrê kirin.

Nêçîrvan Barzanî di kongreke rojnamevaniyê de peyama xwe bi helkefta roja ji dayîkbûna pêxemberê îslamê li heman mizgeftê da.

Di wê gongreyê de, Serokwezîr bi vê boneyê pîrozbahî li musilmanên Kurdistanê û cîhanê kir.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku sala 2014 saleke zehmet û dijwar bû, lê hêvî kir ku sala nû, sala xweşî û şadî û kameraniyê be.

Nêçîrvan Barzanî di wê kongreyê de, hêvî xwest ku Kurdistan her aram û avedan be û hemû aliyek serkeftî be

Nûçeyên têkildar