25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kerkûkî: Lêdana serê DAIŞê îsal jî berdewam dibe..Îsal sala şikestina wan terorîstan e

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info- Dr. Kemal Kerkûkî berpirsê eiya rojavayê Kerkûk- Dobiz ragihand ku, balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî di destpêka sala nû de bi giranî çeperên DAIŞê dan ber bombeyan û li wê eniyê hejmarek zêde ji çekdarên DAIŞê hatin kuştin û birîndar kirin. Herwiha dibêje sala 2015 dibe sala şikestina DAIŞê û Herêma Kurdistanê dê bi yekcarî were paqijkirin û pêşerojeke geş çaverê gelê serbilind ê Kurdistanê dike.

Berpirsê eiya rojavayê Kerkûk- Dobiz Dr. Kemal Kerkûkî ji KDP.info re ragihand: “Piştî ku terorîstên DAIŞê li ser destê Hêzên Pêşmerge li sala 2014 bi xirabî hatin şikestin, vê sibehê balafirên şer wek yekemîn car di sala nû de, bi giranî li eniya rojavayê Kerkûk – Dûbiz çeperên DAIŞê dan ber bombeyan û li wê eniyê hejmarek zêde ji çekdarên DAIŞê hatin kuştin û birîndar kirin.”

Berpirsê eniya rojavayê Kerkûk – Dûbiz di wê baweriyê de ye ku, “Bi piştrastî sala nû dê sala şikestina terorîstên DAIŞê be, bi piştevaniya Xwedayê Mezin û hêza Pêşmergeyên qehreman û xelkê serbilind ên Kurdisatnê.”
 

Nûçeyên têkildar