Bush sersala nû li Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî pîroz kir

Hewlêr-KDP.info– Serokê ber êyê Amerîkayê, George W. Bush, di peyameke taybet de sersala nû li Dezgeha Xêrwazî ya Barzanî kir û ji gelê Kurd re hêviya bexteweriyê û aramiyê xwest.
Serokê berê yê Amerîkayê George W. Bush, peyameke taybet ji Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, Ezîz Şêx Reza re şand û sersala nû li wî û Dezgehê pîroz kir.
George W. Bush pesnê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî da ku berdewam xizmeta penaber û koçberên li Herêma Kurdistanê û derveyîn Herêma Kurdistanê kiriye û ragihand ku ew ji nêzîkî de agahdarî kar û çalakiyên Dezgehê ne ku xizmeta penaberên dike.
Bush, her wiha hêviya bexteweriyê û saleke xweş ji bo gelê Kurd xwest.




