Nêçîrvan Barzanî: Yekîtî û yekrêziya aliyên siyasî di hikûmeta de serkeftineke mezin bû
Hewlêr-KDP.info- Civata Wezîran civîna xwe ya dawî a sala 2014an lidar xist û di wê civînê de, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku, yekrêzî û beşdarî kirina part û aliyên siyasî yên Kurdistanê di hikûmeta nû ya Kurdistanê de bi serkeftineke gelek mezin bûr bi taybetî di vê pêvajoya han de ku qirîza darayî û şerê terorîstên DAIŞê di holê dene.
Îro li Hewlêrê civata wezîran ya hikûmeta Kurdistanê civîna dawî ya xwe a sala 2014an di Serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li dar xist.
Di destpêka civînê de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî behsa bûyerên sala 2014an kir û eşkere kir ku sala 2014an bo Kurdistanê saleke gelek dijwar û têjî ji kêşe û arîşe bû jiber ku di destpêka sala 2014an ve bûdce û mûçeya karmendên hikûmeta Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve hate birîn û pişt re jî Kurdistan ji nîşkave bi dirêjahiya 1100km rastî êrîşên terorîstên DAIŞê hat lê hevdem sala 2014an çend serkeftinên mezin jî li gel xwe bo Kurdistanê anî.
Derbarê birîna bûdce û mûçeya karmendên hikûmeta Kurdistanê de Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku ev yekem care di dîroka cîhanê de bi biryareke takekesî bûdce û mûçeya karmendên beşek ji welat were birîn lê Malikî bi biryara xwe ya takekesî zilmeke mezin li karmend û xelkê Kurdistanê kir.
Nêçîrvan Barzanî birîna bûdce û mûçeyê jî bi zîlek bo hişiyar bûna gelê Kurd wesif kir da ku wenêrînek bo pergala xwe ya abûrî û darayî bike û em di civîna xwe ya dawî de bi eşkere ji Bexdayê re got ku bi helwesta han we waneyek da me ku em ti carî nikarin weke berê li hember we tevbigerin.
Nêçîrvan Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa rola qehremanane ya Hêzên Pêşmerge di şerê dijî terorîstên DAIŞê de kir û ragehand ku Hêzên Pêşmerge bi awayekî cesûrane û bi can û xwîna xwe parastina Kurdistan û destekftên Kurdistanê dikin û got: “Em bi rêzdarî li qurbanîdanên hêzên pêşmerge û rola xwebexiş û kêmendaman dimêzinin û li ser navê civata wezîran spasiya wan dikin û perse û serxweşiyên xwe jî pêşkêşî kesûkarên şehîdên serbilind dikin.”
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku her çend Hêzên Pêşmerge serkeftîne lê kêşe û arîşe jî hene û pêwîst e werin çareserkirin û yek ji wan kêşeyan jî nebûna hêzeke damezraweyî û porsesa bi nîştimanî kirina hêzên pêşmerge ye û ew kêşeyên han jî bûn sedema vê yekê ku di destpêkê de şer kirina hêzên pêşmerge li dijî DAIŞê hinek zehmet be lê Hêzên Pêşemrge pişt re karîn ku taktîkên xwe biguherin û li dijî terorîstan jî serkeftinên mezin bidest bixin, dibe ev yek jî neyê jibîrkirin ku li Kurdistanê de jî em li benda şerekî bi vê rengî nebûn.
Di sala 2004an de plana mezin ya hikûmeta Kurdistanê ew bû ku piştî hilweşandina rejîma Besê welat awedan bike û di her warî de pêşkeftin bidest bixe û xweşgozeranî bo xelkê Kurdistanê dabîn bike ne li gel tevgereke terorîstî weke DIŞIê şer bike.
Serokwezîrê Kurdistanê herwiha li ser navê hikûmet spasiya hikûmeta Amerîka û hêzên hevpeymanan kir ku di şerê dijî DAIŞê de hevkariya Kurdistanê kirine.
Nêçîrvan Barzanî yekrêzî û beşdarî kirina part û aliyên siyasî yên Kurdistanê di hikûmeta nû ya Kurdistanê de bi serkeftineke gelek mezin wesif kir bi taybetî di vê pêvajoya han de ku qirîza darayî û şerê terorîstên DAIŞê di holê dene.
Nêçîrvan Barzanî herwiha spasiya wezîrên kabîneyê û aliyên tikildar kir ku karîne di warê pêkanîna guhertinan de pêngavên girîng bavêjin û di vê warî de em nikarin her tiştekî bi carek çê bikin jiber ku kêşe û arîşe gelekin û lê pêwîst e prosesa çaksazî berdewam be.
Serokwezîrê Kurdistanê di beşeke din ji axaftinên xwe de spasiya karmend û xelkê Kurdistanê kir ku karîne di dema çê bûna qirîza darayî û şerê dijî terorîstên DAIŞê de berxwe bidin û biserbi bin û tekez li ser vê yekê jî kir ku mûçeya ti karmendekî ji nav naçe û vê di pêşiya me de mûçeya her karmendekî were pêşkêşkirin.




