26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Polîtbîroya PDKê: Hêvîdarin 2015 bibe sala mizgîniya destkeftên baştir û bêhtir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi helkefta serê sala nû 2015 peyamek pîrozbahiyê belav kir û tê de hêvî xwest ku sala nû bêhtir qebûlkirina canê lêbodeyî û pêkvejiyan û birayetiyê be li nav civaka Kurdistanê. Herwiha sala 2015 bibe sala mizgîniya destkeftên baştir û bêhtir.

Polîtbîroya PDKê di peyama xwe de ragihand: “Bi boneya hatina serê sala nû 2015 em gerimtirîn pîrozbahî pêşkêşî hemû gelê Kurdistan û Iraq û cîhanê û tevahiya mirovatiyê dikin. Hêvî dikin ku sala nû bibe destpêkek nû û bextewer bo Kurdistanê û çespandina aramî û xweşiyê û jinavbirina gef û metirsiya terorîstan.”

Polîtbîroya PDKê wiha got: “Her div ê boneyê de, pîrozbahiyê li musilmanên Kurdistan û cîhanê dikin ew jî ji ber roja ji dayîkbûna pêximberê îslamê û hevdem pîrozbahiyê li tevahiya mesîhiyan jî dikin bi boneya jidayîkbûna hezretê Mesîh dikin. Hêvîdarin ketina vam herdu boneyan nêzîkî hev bibe sedema xweşî û biratî û pêkvejiyanê û geşekirina Kurdistanê û vegerandina aramiyê. Em di demekê de pêşwazî li sala nû dikin ku Kurdistan di encama êrişên dirinde yên terorîstan de rastî metirsî û gefên mezin hatiye.”

Polîtbîroya PDKê wiha domand: “Hêzên Pêşmerge bi rêberayetiya Serok Barzanî ne tenê di şerê li dijî DAIŞê de serket, lê belê wek semboleke neteweyî û Kurdistanî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê canê hevkariyê û jihevnêzîkbûnê di navbera aliyên siyasî kurtir kir, ku dibe ev yek bibe bingeh bo yekîtî û yekbûna neteweyî.”

Polîtbîroya PDKê ragihand: “Diyar e div ê qonaxê de Serok Barzanî wek serkirdeyê neteweyî û rêberê Kurdistanê rolek dîrokî û girîng bo bidestxistina pêşerojeke geştir bo Kurdistanê dibîne.”
 

Nûçeyên têkildar