26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Serkeftina Pêşmerge misoger e û bo pêşerojeke geş dimeşin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Bi helkeftan hatina serê sala nû, Şêwirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê arasteyî xelkên Kurdistanê kir û di wê peyamê de ragihand ku, serkeftina Pêşmerge misoger e û dijmin jî rastî şikestên gelek mezin kirine.

Şêwirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de pîrozbahiya sala nû li gelê Kurdistanê kir.

Di peyamekê de, Mesrûr Barzanî, pîrozbayiyên xwe pêşkêşî kesûkarên serbilind ên şehîd û birîndarên şerê li dijî terorê, Pêşmergeyên qehreman û tevahiya welatiyên Kurdistanê kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe wiha dibêje: “Hatina serê sala nû di demekê de ye ku ev nêzî 5 mehan e Hêzên Pêşmerge bi qehremanî bo parastina axa Kurdistanê û welatiyên wê li şûna tevahiya cîhanê li dijî terorîstên xwînxwar di şer dene û serkeftin jî bidest anîne û dijmin xwe jî rastî şikestên gelek mezin kirine.”

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê soz da welatiyên Kurdistanê ku ew tevahiya hewl û karînên xwe bi tevger didin da ku berdewam bin li ser parastina Kurdistanê û wan nirxên pîrozyên ku şehîdên me yên serfiraz xwe bo parastina wan feda kirin.”

Mesrûr Barzanî wiha domand: “Bi derfet dizanim ku spasiya xelkê Kurdistanê bikim ji ber ku li hember ev tengezariyên derbasbûyî berxwedaneke bêhempa nîşan dane, bila her kes piştrast be ku serkeftina Kurdistanê misoger e û bi îradeyeke bihêz ber bi pêşerojeke geş ve dimeşin.”

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê peyama xwe wiha qedand: “Careke din sala nû li tevahiya aliyan pîroz be, hêvî dikim sala nû sala xweşî û bextewerî be bo Kurdistaniyên hêja.”

Nûçeyên têkildar