26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Sala 2015 sala bextewerî û xweşiyê be..Piştrast im gelê Kurdistanê dê serdikeve

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya serê sala nû peyamek belav kir û tê de ji bilî pêşkêşkirina pîrozbahiyê, got, hezaran silav ji bo canê şehîdên rêya azadiyê û ji bo ruhê wan pêşmergeyên qehreman ên ku bi mêrxasî canê xwe gorî gel û niştiman kirine.

Serok Barzanî di peyama xwe de ragihand: “Hêvîdar im sala 2015 ji bo hemû welatiyên Kurdistanê û hemû mirovayetiyê sala bextewerî û xweşiyê be.”

Serokê Herêma Kurdistanê wiha got: “Hêvî dikim sala nû sala bi dawîhatina teror û înkarkarî û tundrewiyê be û êdî rûmet û kerameta mirov neyê binpêkirin û aştî li ser navçeya me belav bibe û bihayên mirovî li ser kîndarî û dilreşiyê de serbikevin.”


Serok Barzanî peyama xwe wiha domand: “Bi helkefta serê sala nû hezaran silav ji bo canê pakê şehîdên rêya azadiyê û ji bo ruhê bêgerdê wan pêşmergeyên qehreman ên di şerê li dijî terorîstên DAIŞ de bi mêrxasî canê xwe gorî gel û niştiman kirine.”

Serok Barzanî ragihand: “Ji wê yekê piştrast im ku gelê Kurdistanê bi wê bihaya xwe ya bilind a ku heye serdikeve û şikest û serşorî ji bo dijminan re dimîne.”


Serokê Herêma Kurdistanê bi pêwîstî dizane ku di vê rojê de spasî xweragiriya hemû xelkê Kurdistanê bike û herwiha sipasiya wan hemû azîzên li koçberî û kamp û wargehan de dijîn kir, ku di rewşeke dijwar de tehemula qeyran û nexweşiyan kirin û piştevanê Hêzên Pêşmerge û dezgehên Herêma Kurdistanê bûn.

Serok Barzanî peyama xwe wiha qedand: “Pişt bi xwedayê mezin û gelê Kurdistanê di sala nû de hemû koçber dê bi serbilindî vegerin ser mal û halên xwe.”
 

Nûçeyên têkildar