Çekdarên DAIŞ li Mûsilê bi nexweşiya Îbola ketine

Mûsil-KDP.info- Berpirsê liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê Îsmet Receb eşkere kir ku, li gorî wan agahiyên ku hatine bidest xistin, terorîstên DAIŞê bi nexweşiya Îbola ketine û metirsiya guhestina wê nexweşiyê bo welatiyên Mûsilê heye.
Îsmet Receb Berpirsê Liqê 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê ragihand: “Agahî ketine destê me de ku nexweşiya Îbola li Mûsilê belav bûye, ew jî piştî wê yekê derket ku 2 terorîstên DAIŞê pişknîn kirin û derket ku bi nexweşiya Îbola ketine.”
Wî berpirsê PDKê wiha got: “Li gorî agahiyan, nexweşiya Îbola li nav terorîstên DAIŞê belav bûye û egerê wê yekê heye ku di nava welatiyan Mûsilê belav bibe û eger ev yek çê bibe dê karesatek çê bibe.”
Îsmet Receb gotina xwe wiha qedand: “Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî çeperên DAIŞê li navçeya Wehde li Mûsilê û navçeya Farûq dan ber bombeyan û di encamê de 42 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.”




