26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pêwîst e proseya bi niştimanîkirina Hêzên Pêşmerge serbikevê û hemû alî palpişt bin û kesek jî nikare rêgirî lê bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokayetiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê nameya Serok Barzanî ya 7 xalî ku ji Wezareta Pêşmerge re şandiye, belav kir û tê de tekez kir ku, pêwîst e proseya bi niştimanîkirina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê serbikevê û hemû aliyek palpişt bin û kesek jî nikare rêgirî lê bike. Eger kesek jî bixwaze astengî li ber proseyekî wiha ya girîngê niştimanî dirust bike divê ew bi xwe tehemulê berpirsiyariyê bike.

Li rêkefta 14.12.2014 Serokê Herêma Kurdistanê nameyekî pêşkêşî Wezareta Pêşmerge kiriye wekî rênimayî û li çarçêweya heft xalan da daxwaz ji Wezaretê kiriye diyardeya partîtî û hizbayetî li nav rêzên Pêşmerge de nemîne û hêza Pêşmerge li ser bingeheke nîştîmanî bê rêkxistin û erk û karê nav Wezaretê li gor damezrawîbûnê be neku li gor pêvereyên hizbiyan be.

Bi cîhkirina naveroka nameya birêz Serokê Herêma Kurdistanê babetekî stratejiye û peywendî bi berjewendiyên neteweyiyan heye û daxwaza hemû aliyên siyasiyan û hêzên Pêşmergeye.

Nameya birêz Serokê Herêma Kurdistanê jî dirêjepêderê tevger û rewta çaksazî û hewldane ji bo bi nîştîmanîkirina dam û dezgeha serbazî ya Herêmê û dûrxistina destê hizbayetiye li nav hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê.

Ev babet li encama şêwirîna di navbera Serok Barzanî û cenabê Mam Celal û serkirdayetiya PDK û YNK hatiye holê û berê jî bi têr û tije li vî derbarî de hatiye axaftin û pêwîst nake pirs bi kesek bê kirin. Zêdetirê hemû aliyên YNK jî leza ewe hebûye ku ji bo bi niştimanîkirina Hêzên Pêşmerge hengava kirdarî û emelî bê avêtin. Eger nêrînek jî li nav her aliyek hebê ku dijî proseyê bê ewe dijî xwest û berjewendiyên gelê Kurdistane.

Pêwîst e proseya bi nîştîmanîkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê serbikevê û hemû aliyek palpişt bin û kesek jî nikarê rêgirî lê bike. Eger kesek jî bixwaze astengî li ber proseyekî wiha ya girîngê nîştîmanî dirust bike divê ew bi xwe tehemulê berpirsiyariyê bike.


Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li nameyek de ji bo Wezareta Pêşmergeyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li heft xalan da rênimayiya nû ya ji bo yekxistin û rêkxistina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê pêşkêşî Wezareta Pêşmerge kiriye. Eve jî naveroka wê nameyê ye:

Ji bo Wezareta Pêşmergeyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Ji ber wê yekê ku Wezareta Pêşmerge Wezaretekî girînge û erkekî giran û pîroz li ser milê wê ye, ji bo wê yekê Wezareta hemû gelê Kurdistane. Niha jî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmetekî bingeha wê berfirehe, neku pêncî bi pêncî di navbera dû partiyane, ku wate divê reftara karmendên Wezaretê reftarekî neteweyî bê neku hizbî û partiyetî.

Ji bo wê yekê pêwîste gelek bi hurî ev xal li ber çavan bêne wergirtin:

1. Bi tu awayekî karê rêkxistin û hizbayetî li nav Wezaretê nayê kirin û ew kesê bixwaze li nav Wezaretê hizbayetî bike bila dest ji kar bikêşê û vegerê nava hizba xwe.

2. Dabeşkirina çek û teqemenî li gor pêwîstiya bereyên ceng dibê, neku li ser bingeha pêncî bi pêncî ya hizbî.

3. Bûdçeya hemû hêzên Pêşmerge, bi lîwayên wezaret û her dû yekîneyên 70 û 80 ve jî, divê ji aliyê Wezareta Pêşmerge ve bête dabeş kirin, neku bi awayê berê.

4. Pêwîste her çî zûtire hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi rêkupêkî bêne yek xistin. Bi awayekî ku nabê hizbayetî têda hebê.

5. Guhertin li wan Fermandeyiyan bê kirin ku li şerê dijî terorîstan da nekarîne erkê xwe bi başî cîh bi cîh bikin û fermandeyê din ku çalak bûn bikevin cihên wan.

6. Her karmendek, li her ast û postek da bê, rapor li ser rewşa wezaretê bide her hizbek, dihête siza kirin û didine Dadgeha Serbazî.

7. Her hêzek li derveyê wezaret hebê bi neyasayî tê hejmartin û kes nikare hêzeke nû ji derveyê Wezaretê dirust bike.

Nûçeyên têkildar