Balafira windabûyî hat dîtin

Ajans-KDP.info- Hêzên deryayî yên Endonezyayê îro sêşeme ragihandiye ku wan karîne zêdetir li 40 termên balafira Malezya AirAsiayê li deryayê Javayê dîtine.
Berdevkê Hêzên Hewayê yên Endonezyayê Agûs Dwî Putranto eşkere kir ku li Behra Javayê ya ku nêzî Girava Borneoyê ye 10 parçeyên mezin û gelek tiştên biçûk dîtin.
Pîlotê Hêzên Hewayê yên Endonezyayê Serpel Trî Prabowo jî wiha axivî: "Min li behrê ji bilî tiştan vûcuda mirovekî dît. Min ewil got ku avjeniyê dike. Pişt re dema min li wêneyên ku ji radarê girtin li ser kumpitirê nêrî min dît ku ew kes di nav pêlan de diçe û werimiye. Ez wisa difikirim ku cesed aidê yek ji qurbanan e."
Balafira “Air Asiye” roja yekşemê dema ku bi 162 kesan re ji Girava Sûrabaya Endonezyayê diçû Sîngapûrê winda bibû. Di balafirê de digel 7 personelan, 137 kes, 17 zarok û bebekek hebû. Piraniya rêwiyan endonezyayî ne. Di nav rêwiyan de welatiyeke Îngilistanê, yekê Malezyayê, yekê Sîngapûrê û 3 jî yên Koreya Başûr hebûn.




