25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Aliyên opozîsyona Sûriyê gehiştin nerînek hevbeş

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Civîna her du aliyên mixalefeta Sûriyê li Qahîre bi awayekî baş birêve diçin, niha jî rêkeftin li ser bingeha nêrîna hevbeş ya Opozîsyonê hatiye kirin.

Herdu aliyên mixalefeta Sûriyê “Desteya Hevahengiya Niştimanî ya Sûriyê û Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê” ku li Qahîre bi çavdêriya Misrê civiyan gehiştin nerînek hevbeş ji bo çareserkirina krîza Sûriyê.

Li gor AlArebiya, xalên serekî yên wê lihevkirinê wiha ne: Pêwîste peywendiyên nû yên erênî di navbera herdu aliyan û hemû aliyên din ên Opozîsyona demokratîk a Sûriyê de çêbibin.

Pêwîste lihevkirin li ser bingeha daxuyaniya Cenêv–1 û biryarên Encumêna Asayişa Navdewletî be.

Divê lihevkirinek herêmî û navdewletî hebe, ji bo serkeftina danûstandinan.

Herdu aliyên mixalefeta Sûriyê, xalên daxuyaniya Cenêv–2 û nexşe rêya ku hêzên Opozîsyona Sûriyê li ser lihev kiribûn, wek bingehekê ji bo destpêkirina karên xwe dan zanîn, li ser wê bingehê jî dê nêrînek hevbeş ya Opozîsyonê were dariştin.

Herdu aliyan tekez kirin ku, pêwîstiya nehiştina terorê bi nehişina sitem û guhertina rejîmê heye, ji bo pêkanîna sîstemek demokratîk li Sûriyê.

Ji aliyê xwe ve hikûmeta Misrê kêfxweşiya xwe ji nêzîkbûna her du aliyên Opozîsyona Sûriyê, herwiha tekez li ser çareseriya siyasî ji krîza Sûriyê re kir.

Nûçeyên têkildar