Şeşo: Bêtirî nîvê Şingalê di destê Pêşmege de ye..Nêzîk tê rizgarkirin
__2014_12_30_h19m13s7__LB.jpg)
Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo ragihand ku, Hêzên Pêşmerge di pêşveçûnan de berdewam in û bêtirî nîvê Şingalê di destê Pêşmerge de ye. Herwiha da zanîn ku şer niha jî berdewam dike û bi fermana Serok Barzanî nabe ti malbatek niha vegere Şingalê, heta ku bi temamî ji mayînan bê rizgarkirin.
Qasim Şeşo Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji KDP.info re ragihand: “Niha şer li Şingalê berdewam dike û Hêzên Pêşmerge di rewşa pêşve çûnê de ne û çekdarên DAIŞê zêdetir li herdu taxên Nesir û Şehîdan de ne û di demeke nêzîk de Şingal dê bi temamî were azadkirin.”
Şeşo wiha got: “Me destpêkê êriş kir ser Şingalê û ew nûçeya ku dibêje destpêkê şervanên YPGê êriş kirin, nerast e, ji ber ku li hemû wê deverê 300 şervanên wan nînin û yên ku şer dikin Hêzên Pêşmerge ne û şervanên YPGê tenê beyreqa xwe li wir bilind dikin ji bo ku bêjin em şer dikin.”
Wî fermandarê Hêzên Pêşmerge da zanîn ku, ew çekdarên DAIŞê yên ku li Şingalê mane bêtir yên ku madeyên hoşber bikar tînin, lê yên din reviyane.
Qasim Şeşo gotina xwe wiha qedand: “Xelk kêm vedigerin û tenê li malê xwe dinerin, lê heta niha ti kes venegeriya ye ser mala xwe û bi fermana Serok Barzanî jî ti malbatek nabe ti kes vegera heta ku ew navçe bi temamî ji mayînan neyê rizgarkirin, ji ber ku wir pirr mayîn û teqîn kirine.”




