Nêçîrvan Barzanî: Baweriya Çînê bi pêşeroja Kurdistanê heye..Kurdistan li cîhanê xwedî pêgeheke girîng e
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîma vekirina konsolxaneya giştî ya Komara Çîna Milî li Hewlêrê de ragihand ku, niha Herêma Kurdistanê li ser asta navdewletî xwedî pêgeheke girîng e. Herwiha dilxweşiya xwe nîşan da ku Çîn dixwaz e pêwendiyên xwe ligel Kurdistanê bixe qonaxeke nû de û vekirina konsolxaneya welatê xwe li Hewlêrê tê maneya hebûna baweriyê bi îro û paşeroja Kurdistanê.
Îro li Hewlêrê bi amade bûna Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Cigîrê Serokwezîr, Cîgirê Serokê Parlementoya Kurdistanê û hijmareke Parlementar, wezîrên hikûmeta Kurdistanê û hijmareke din Dîplomatên biyanî di merasimekî de bi fermî Konsulusxaneya Komara Çîn ya li Hewlêrê hate vekirin.
Di gotinekê de ku di wê merasîmê de, Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku welatê Çên yek ji welatên mezin ên cîhanê ye û xwedî aboriyeke mezin e li cîhanê û endamê Encumena Asayîşa navdewletî û xwedî pêgeh û cihekî diyar e.
Nêçîrvan Barzanî wiha domand: “Herêma Kurdistanê ku siyaseta deriyê vekirî birêve dibe, berdewam dixwaze pêwendiyên wê ligel Komara Çînê dirust bibe.”
Serokwezîrê Kurdistanê got ku, vekirina konsolxaneya Çînê li Hewlêrê wek yekemîn pêngava girîng û fermî bo avakirina pêwendiyan û destpêka qonaxeke nû ye, ku dibe derfetek baş da ku herdu alî bêtir girîngiyê bi pêwendiyên di navbera xwe de bidin di hemû aliyan de, bi taybetî jî ku Herêma Kurdistanê dikare mifa ji ezmûna dewlemend û serkeftî ya Çînê li hemû biwaran de werbigre.
Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê wek çawa bo piroseya avakirinê û pêşkeftinê cavê wê li hevbeşiyê ye, bi heman awayî cavê wê li piştevanî û alîkariyên bêtir ji aliyê dostan û civaka navdewletî ye, da ku bikaribe baştir terorîstan jinavbibin, ji ber ku ew gefeke cidî û mezin in li ser tevahiya mirovatiyê û civaka navdewletî.
Serokwezîrê Kurdistanê da zanîn ku îro Herêma Kurdistanê ne bi tenê ye û Hêzên Pêşmerge li ser zevî şerê DAIŞê dikin û qurbaniyan dide û destpêşxweî xistiye destê xwe û rojane çekdarên DAIŞê dişkînin, lê tekez kir piştevanî û alîkariya dostên Herêma Kurdistanê bi taybetî jî êrişên asmanî, piştevaniyeke mezin bû bo Hêzên Pêşmerge û moraleke mezin da xelkê Kurdistanê, ku cihê spasî û dilxweşiyê ye.
Nêçîrvan Barzanî hêvî xwest ku Çîn jî bi vekirina konsolxaneya xwe li Hewlêrê, çi ji aliyê leşkerî û çi ji aliyê rûbirûbûna qeyrana mirovî ve alîkariya Herêma Kurdistanê bike.
Serokwezîrê Kurdistanê ragihand ku, niha Herêma Kurdistanê li ser asta navdewletî xwedî pêgeheke girîng e. Herwiha dilxweşiya xwe nîşan da ku Çîn dixwaz e pêwendiyên xwe ligel Kurdistanê bixe qonaxeke nû de û vekirina konsolxaneya welatê xwe li Hewlêrê tê maneya hebûna baweriyê bi îro û paşeroja Kurdistanê.




