DAIŞ li Kobanê ziyanên mezin dibîne..Hevahingiyek mezin di navbera hêzên kurdî de heye

Kobanê-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê Emîd Şewket Mizûrî ragihand ku, li gorî agahiyan di vê mehê de 70 terorîstên DAIŞê li Kobanê hatine kuştin. Herwiha tekez kir ku, di hemû êrişan de şervanên YPGê bi agahdarî Hêzên Pêşmerge tevgerê dikin.
Kobanê ew bajarê ku heta niha Hêzên Pêşmerge û şervanên YPGê pêkve di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de berdewam in û serkeftinên girîng bidest tînin, ji dema ku Hêzên Pêşmerge çûne bo wî bajarî, terorîstên DAIŞê bi ti awayî nikarîne pêşve biçin û ji beşê her mezin ê Kobanê reviyane û hêzên kurdî şûna wan digirin.
Derbarê bûyerên dawî yên şerê li Kobanê, Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê Emîd Şewket Mizûrî ji KDP.info re ragihand: “Şeva borî çekdarên DAIŞê amadekarî dikir ku ji aliyê rojhilatê bajêr Kobanê êriş bike, lê Hêzên Pêşmerge ew dan ber topan û êrişa wan hat têkbirin û ziyanek mezin gehandin wan.”
Emîd Şewket wiha got: “Her şeva borî balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî çeperên DAIŞê dan ber bombeyan û ziyanek mezin gehandin wan terorîstan.”
Mizûrî wiha domand: “Îro rewşa Koabnê heta astekê aram e û heta êvarî ti pevçûnên mezin derneketin.”
Wî fermandarî da zanîn ku, “Eger êrişek mezin li Kobanê li dijî DAIŞê were pêkanîn, di demeke kêm de wê ew bajêr bê rizgarkirin, lê hêzên kurdî naxwazin gelek qurbaniyan bidin û dixwazin bi kêmtirîn ziyan pirtirîn qezenc bidest bixin, ji ber ku şerê mal bi mal e û DAIŞ hemû dîwar û mal qul kiriye, lewma hinekî zehmet e.”
Mizûrî derbarê ziyanên DAIŞê di dema borî de wiha got: “Ti amarekî fermî di ber destê me de nine, lê tişta ku em dizanin tenê di vê mehê de 70 terorîstên DAIŞê hatine kuştin.”
Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê Emîd Şewket Mizûrî gotina xwe wiha qedand: “Şervanên YPGê bi bê Hêzên Pêşmerge ti êrişekê pêk naînin û me ji hemû êrişan agahdar dikin û hevahengî ligel Pêşmerge liv û tevgerê dikin, da ku topxaneyên me alîkariya wan bikin.”




