Heyeteke UNAMI Bi Heyeteke PDKê Re Civiya

Duhî duşemê heyetek ji Rayedarên UNAMI bi Serokatiya Cîgirê Nunerê Sekreterê NY li Îraqê bi heyeteke partiya demokrata Kurdistanê re ku, pêk hatibû ji Berpirsê peyvendiyên Derve û Edamên nivîsgeha peyvendiyên giştî yên PDKê civiya.
Di destpêka hevdîtinê de heyeta NY ragihand ku, em dixwazin ji helwest û nêrînên partiya demokrata Kurdistanê yên di derbarê rewş û gehertinên Deverê û paşeroja peyvendiyên Hewlêr û Îraqê hayedar bibin.
Li hember de jî heyeta PDKê ev yek eşkere kir ku, helwesta partiya demokrata Kurdistanê di derbarê kêşeyên heyî de ewe ku, dibe tevahiya kêşeyên heyî di çarçoweya destûr û bi rêyên aştiyane werin çareserkirin.
Heyeta PDKê herwiha fikarên xwe jî yên di derbarê damezrandina fermandariya operasiyonên Dîcleyê ji aliyê Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî ve jî anîn ziman û ev biryara han bi biryareke dijî destûra bingehîn ya Îraqê wesif kir.




