26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Tevahiya zindaniyên Hewîcyê reviyane..Kerkûkî: Kontrol ji destê xwe dan

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info- Berpirsê Eniya Rojava ya Kerkûk – Dubiz, Kemal Kerkûkî ragihand ku, îro bi şev balafirên hevpeymaniya navdewletî navenda polîsên DAIŞê li bajarokê Hewîceyê dan ber bombeyan û di encamê de zindana wî bajerokî şikest û tevahiya zindaniyên nava wê navendê reviyan.

Kemal Kerkûkî Berpirsê Eniya Rojava ya Kerkûk – Dubiz ji KDP.info re ragihand: “Vê şevê, balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li bajerokê Hewîceyê, çeperên DAIŞê dan ber bombeyan ku di nav wan de navenda polîsên wan terorîstan bû, ku berê berê bi navenda polîsên Şeib dihat naskirin û di encama wan lêdanan de, wan terorîstan kontrola rewşê ji dest dan û zindan hat şikestin û tevahiya zindaniyan reviyan.”
Berpirsê Eniya Rojava ya Kerkûk – Dubiz wiha domand: “Ew terorîst kontrola xwe ji dest dane û ziyanên mezin dibînin.”
Kemal Kerkûkî gotina xwe wiha qedand: “Otomobîla Ebû Umer Bexdadî ku berpirsekî pilebilind ê terorîstên DAIŞê bû hatiye revandin.”
 

Nûçeyên têkildar