25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Wezareta Derve ya Çînê, piştevanî û hevxemiya Hikûmet û xelkê welatê xwe bo Kurdistanê nîşan da

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê wezîrê derve yê Komara Çîn gihîşte Hewlêrê û ligel Serokwezîrê Kurdistanê civiya û di wê hevdîtinê de şanda mêvan piştevanî û hevxemiya hikûmeta û xelk Çînê bo Herêma Kurdistanê nîşan da û amadebûna welatê xwe bo piştgîriya siyasî û mirovî bo Kurdistanê tekez kir. Herwiha ragihand ku wan di dema êrişa ser Kurdistanê de ji şirketên xwe re gotin ku ji herêmê neçin.

Îro 29-12-2014 li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Cîgirê wezîrê derve yê Komara Çîn Jang Meeng kir.

Di wê hevdîtinê de şanda mêvan ragihand ku, Hewlêr wek bajarek xweş û ji aliyê avakirinê ve pêşkeftî tê dîtin. Herwiha hêvî xwest ku vekirina kunsulxaneya wan bibe sedema pêxistina pêwendiyên di navberan herdu aliyan de û di hemû aliyan de.

Di wê hevdîtinê de şanda mêvan piştevanî û hevxemiya hikûmeta û xelk Çînê bo Herêma Kurdistanê nîşan da û amadebûna welatê xwe bo piştgîriya siyasî û mirovî bo Kurdistanê tekez kir. Herwiha ragihand ku wan di dema êrişa ser Kurdistanê de ji şirketên xwe re gotin ku ji herêmê neçin.

Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî destxweşî li biryara vekirina kunsulxaneya wî welatî kir. Herwiha spasiya piştevanî û alîkariya xelkê û hikûmeta Çînê bo xelk û hikûmeta Çînê kir, bi taybetî di pirsa şerê li dijî terorê de ku metirsiyeke cidî ye li ser tevahiya mirovatiyê.

Serokwezîrê Kurdistanê tekez kir ku şikenandin û jinavbirina DAIŞê li Iraqê tenê bi rêya leşkerî nabe, lê belê bo nehiştina terorîstan dive ji aliyê siyasî jî pêngav bên avêtin.

Ev serdana Cîgirê wezîrê derve yê Komara Çîn di demekî deye ku Komara Çîn biryar daye daku di wan rojan de Konsulusxaneya xwe ya li Hewlêrê bi fermî vebike.

Li gel vekirina Konsulusxaneya Komara Çîn ya li Hewlêrê vê her 5 welatên endam di civata ewlekariya Netewên Yekgirtî de li Hewlêrê de dibin xwedan Konsulusxane.

Nûçeyên têkildar