Partiyên Bakur: Em şanaziyê bi Hêzên Pêşmerge û Serok Barzanî dikin..Cihê wî di dilê hemû kurdan deye

Hewlêr-KDP.info- Serok û parlmenterên partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê helwesta Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî ya ji bo rizgarkirina Şengalê hêja dibînin û tînîn ziman ku bi rizgarbûna Şengalê re li çar perçeyên Kurdistanê kurd kêfxweş bûne.
Rizgarkirina Şengalê ya ji DAIŞê careke din hem hêzên leşkerî yên kurd nêzî hev kirin û bi hevkarî operasyon pêk anîn û hem jî partî û rêxistinên siyasî bi boneya mizgîniya azadkirina Şengalê peyamên têkildarî yekîtî û netewebûnê didin. Ji ber ku operasyona ku bi boneya rizgarkirina Şengalê hat lidarxistin di warê leşkerî de operasyona herî mezin a kurdan bû, li cîhanê jî deng veda. Piştî rizgariya herêmê cîgirê serokê DYAyê û serokwezîrê Iraqê jî di nav de gelek kesan spasî û pîrozbahiyên xwê pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê kir û pê re partiyên Bakurê Kurdistanê jî têkildarî mijarê bi daxuyaniyan piştgiriya xwe dan nişandan.
Serok û parlmenterên partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê helwesta Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî ya ji bo rizgarkirina Şengalê hêja dibînin û tînîn ziman ku bi rizgarbûna Şengalê re li çar perçeyên Kurdistanê kurd kêfxweş bûne.
Wek tê zanîn DAIŞê di 3yê tebaxê de bi ser Çiyayê Şengalê de girtibû û gellek şeniyên Şengalê dîlgirtibû. Piştî dagirkirina Şengalê ji hêla DAIŞê ve Hêzên Pêşmerge amadekariyên xwe dikirin da ku DAIŞê ji nava bajarê Şengalê derxin û dîlên di destê DAIŞê jî de azad bikin. Bi vê mebestê di roja cejna êzîdiyan de di 18 kanûnê de bi serperişteya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî operasyona rizgarkirina Şengalê hatibû destpêkirin.
Hat zanîn ku bi destpêkirina operasyonê ve Hêzên Pêşmerge li hember DAIŞê pêşdeçûnê û DAIŞ ji nav bajarê Şengalê derxistine. Di dawiya operasyona rizgarkirina Şengalê de, di 2ê kanûnê de Serokê Herêma Kurdiatanê Masûd Barzanî li ser Çiyayê Şengalê di konfiranseke rojanemevanî de ragihand ku, ew şanazî ku Hêzên Pêşemrgeyên Kurdistanê karîn Şingalê rizgar bikin û herwiha serkeftina pêşmergeyan jî dîrokî dabû zanîn û bilind nirxandibû.
Canan: Cenabê Serok Barzanî serê me ji erdê rakir.
Helwesta Serokê Herêma Kurdiatanê Masûd Barzanî ya bo rizgarbûna Şengalê ji hêla partiyên siyasî yên bakurê Kurdistanê bilind hat nirxandin. Di vê çerçoveyê de Parlementerê Colemergê yê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Esad Canan da zanîn ku Serokê Herêma Kurdiatanê Masûd Barzanî, mizgîniyek daye gelê Kurdistan û bi wê mizginiyê kurd şad û bextewar bûne.
Canan axaftina xwe wisa domand. “Cenabê Serok Barzanî serê me ji erdê rakir. Bi xêra wî êdî serê me li cihanê bilind e. Karekî gellekî baş kir. Cihê wî di dilê hemû kurdan deye.” Canan hevkariya Hêzên Pêşmerge, YPG û HPGê jî bi bîrxistin û spasiya hemû hêzên kurd kir.
Peywendiyên kurdan xurt dibin
Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik jî eşkere kir ku bi rizgarbûna Şengalê re planên xêrnexwazên Kurdistanê tê kçûne û hêzên kurd rê li ber dagirkeran girtiye. Ozçelîk her wiha da zanîn ku ew gellekî şanaz û bextewarin ku mizgînêyên bi xêrê ji Hêrema Kurdistanê dibihîzîn û wan li ser rizgarbûna Şengalê jî daxuyanî belav kiriye. Ozçelik gotinên xwe wisa berdewam kir: “DAIŞê dixwest desftkeftiyên kurdan ji nav bibe, Herêma Kurdistanê ji nav bibe, lê belê Hêzên Pêşmerge bergiriya vê yekê kirin. Di operasyona rizgariya Şengalê de cenabê Mesûd Barzanî roleke dîrokî lîst. Ev yek gellekî muhîm e. Peywendî û tekîliyên me xurt dibin û hêzên kurd alîkariya hevdû dikin ev yek jî gellekî muhîm e.”
“Pêşmerge parazvanên xak û xelkê Kurdistanê ne”
Serokê Giştî yê HAK-PARê Femi Demir jî ragihand ku rizgarkirina Şengalê pêngavek e dîrokî ye û rizgarbûna Şengalê careke din eşkere kiriye ku pêşmerge parazvanên xak û xelkê Kurdistanê ne. Demir, helwesta Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya bo rizgarkirina Şengalê jî bilind nirxand û wisa domand: “Em bi mizginiya Şengalê re kêfxeş bûn. Lê xetereya li ser xak û xelkê Kurdistanê berdewam dike lê îro em lê dinêrin Herême Kurdistanê dê parazvaniyê wê dike.”
Êzdî xwedî kultur û çanda qedîm a Kurdistanê ne
Kordînatorê Tevgara Azadiyê Adem Ozcaner jî anî ziman ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser Çiyayê Şengalê axaftineke dîrokî kiriye û kurdên li çar perçeyên Kurdistanê jî bi wê axaftina wî şad û bextewar bûne. Ozcaner axaftina xwe wisa domand: “DAIŞ li diji mirovahiyê ye, cenabê Mesûd Barzanî jî anî ziman DAIŞê, êş û derdên mezin da jin û zarokên me kurdan, kerasatên mezin bi serê me de anîn. Lê belê peşmerge li hember wan disekinin û xaka me rizgar dikin. Divê nûnerên partiyên kurd nûnerên hêzên kurd li hev rûnên û xwe ji bo parastina Kurdistanê amade bikin. Hewcedarî bi hêzêke neteweyî heye. Divê careke din tiştên wisa neyên serê me”
Ozcaner bal kişand ser roja rizgarbûna Şengalê jî û wisa berdewam kir: “ Roja rizgarbûna Şengalê roja cejna Êzîdiyan e. Divê civaka Êzîdî bêne parastin ew xwedî çand û kultura qedîm a Kurdistanê ne. Rizgariya Êzîdiyan rizgariya hemû Kurdistanê ye. Li her çar perçeyên Kurdistanê kurd şad û bextewar bûn niha jî li hêviya rizgariya Kobanê ne.”
Kardaş: Bi serokatiya Mesûd Barzanî DAIŞ ji nav xaka Kurdistanê tê derxistin
Serokê Gişti yê Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê (PDK-T) M. Emin Kardaş jî eşkere kir ku bi operasyonê azadkirina Şengalê re nirxên Kurdistanê û axa Kurdistanê hatine rizgarkirin û parastin. Kardaş, kêfxweşî û şadiyên kurdên li çar perçeyên Kurdistanê jî bilind nirxand û da zanîn ku şad û bextewarbûna kurdan bi destê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve pêk tên. Kardaş axaftina xwe wisa domand: “DAIŞ ji Şengalê hat derxistin. Pêşiya kerasetan tê girtin. Bi serokatiya Mesûd Barzanî DAIŞ ji nav xaka Kurdistanê tê derxistin. Em hêvî dikin ku li ser axa me nemînin. Herêma Başûrê Kurdistanê ber bi dewletbûnê ve diçe, em jî ji vê yekê gellekî kêfxweş in. Em dixwazin ala Kurdistanê her tim bilind be.”
Bas News




