25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Goran, Yekgirtû û Komele: Em piştevaniyê li nameya Barzanî bo Wezareta Pêşmerge dikin..Pêngaveke bo çaksaziyê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Hersê fraksiyonên Tevgera Goran, Komeleya Îslamî û Yekgirtûya Îslamî di daxuyaniyekê de piştevaniya xwe bo nameya Serok Barzanî ya 7 xalî ji bo Wezareta Pêşmerge nîşan dan û tekez kirin ku, ew nameye pêngavege girîng e bo hikûmeta damezraweyî û çaksaziya binçeyî di sîstemê hikûmraniyê de.

Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li nameyek da ji bo Wezareta Pêşmergeyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li heft xalan da rênimayiya nû ya ji bo yekxistin û rêkxistina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê pêşkêşî Wezareta Pêşmerge kiriye. Eve jî naveroka wê nameyê ye:

Ji bo Wezareta Pêşmergeyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Ji ber wê yekê ku Wezareta Pêşmerge Wezaretekî girînge û erkekî giran û pîroz li ser milê wê ye, ji bo wê yekê Wezareta hemû gelê Kurdistane. Niha jî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmetekî bingeha wê berfirehe, neku pêncî bi pêncî di navbera dû partiyane, ku wate divê reftara karmendên Wezaretê reftarekî neteweyî bê neku hizbî û partiyetî.

Hersê fraksiyonên Tevgera Goran, Komeleya Îslamî û Yekgirtûya Îslamî di daxuyaniyekê de piştevaniya xwe bo nameya Serok Barzanî ya 7 xalî ji bo Wezareta Pêşmerge nîşan dan û tekez kirin ku, ew nameye pêngavege girîng e bo hikûmeta damezraweyî û çaksaziya binçeyî di sîstemê hikûmraniyê de.

Derbarê wê daxuyaniyê de, Serokê fraksyona Yekgirtûya Îslamî li Parlamentoya Kurdistanê Ebû Bekir Heldenî ji KDP.info re ragihand: Bi raya me, pêwîst e di vê qonaxê de ew biryar bê bicîhkirin û di dema borî de ew daxwaza me jî bû.
Ebû Bekir Heldenî wiha domand: Pêwîst e li nav Parlamento û hêzên siyasî piştevaniya wê biryarê were kirin ji ber ku ew name di berjewendiya Hêzên Pêşmerge de ye.

Ji bo wê yekê pêwîste gelek bi hurî ev xal li ber çavan bêne wergirtin:

1. Bi tu awayekî karê rêkxistin û hizbayetî li nav Wezaretê nayê kirin û ew kesê bixwaze li nav Wezaretê hizbayetî bike bila dest ji kar bikêşê û vegerê nava hizba xwe.

2. Dabeşkirina çek û teqemenî li gor pêwîstiya bereyên ceng dibê, neku li ser bingeha pêncî bi pêncî ya hizbî.

3. Bûdçeya hemû hêzên Pêşmerge, bi lîwayên wezaret û her dû yekîneyên 70 û 80 ve jî, divê ji aliyê Wezareta Pêşmerge ve bête dabeş kirin, neku bi awayê berê.

4. Pêwîste her çî zûtire hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi rêkupêkî bêne yek xistin. Bi awayekî ku nabê hizbayetî têda hebê.

5. Guhertin li wan Fermandeyiyan bê kirin ku li şerê dijî terorîstan da nekarîne erkê xwe bi başî cîh bi cîh bikin û fermandeyê din ku çalak bûn bikevin cihên wan.

6. Her karmendek, li her ast û postek da bê, rapor li ser rewşa wezaretê bide her hizbek, dihête siza kirin û didine Dadgeha Serbazî.

7. Her hêzek li derveyê wezaret hebê bi neyasayî tê hejmartin û kes nikare hêzeke nû ji derveyê Wezaretê dirust bike.

Nûçeyên têkildar