26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

5 taxên din ên Kobanê hatin azadkirin

Çavkanî: KDP.info

Kobanê-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê Emîd Şewket Mizûrî ragihand ku, ji duhî ve Hêzên Pêşmerge û şervanên YPGê karîne 5 taxên din ên Kobanê rizgar bikin û 10 terorîstên DAIŞê jî bikujin.

Şewket Mizûrî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ji KDP.info re ragihand: “Ji duhî ve şervanên YPGê bi piştevaniya Hêzên Pêşmerge li rojhilat û başûrê Kobanê  karîne 5 taxên din ên Kobanê rizgar bikin û ziyanek mezin bigihînin çekdarên DAIŞê.”

Mizûrî wiha got: “Di wê operasyonê de bêtirî 10 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.”

Wî fermandarê Hêzên Pêşmerge wiha domnad: “Moralê çekdarên DAIŞê têk çûye û Pêşmerge ti aramî ji wan re nehiştiye û çendîn car plan danîne û xwe bo êrişê  amade kirine, lê Hêzên Pêşmerge agahî baş ji wan re hatine û bi giranî li wan didin ku planên wan çekdaran pûçkirine û nemakarin êriş bikin.”

Şewket Mizûrî da zanîn ku, “Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî berdewam rojane çeperên DAIŞê bombebaran dikin û ziyanek mezin dighînin wan.”

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê da zanîn ku, “Carna bi rêya alavên pêwendiyê dengê terorîstên DAIŞê tê bihîstin ku daxwaz dikin rêya revê ji wan re bê vekirin, ku ev jî nîşana bê hêviyê ye.”

Nûçeyên têkildar