25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kobanê..Hêzên Pêşmerge li kombûna DAIŞê dan û plana wan têk birin

Çavkanî: KDP.info

Kobanê-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê Emîd Şewket Mizûrî ragihand ku, zanyariyên temam di destê wan de hebûn ku terorîstên DAIŞê li cihekî mijûlî civînekê bûn bi mebesta êrişkirinê li ser Pêşmerge û şervanên YPGê, lê di dema civîna wan de Hêzên Pêşmerge ew dan ber topan û plana wan têk birin û ziyanek mezin gehandin wan.

Şewket Mizûrî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ji KDP.info re ragihand: “Seat 07:00 terorîstên DAIŞê li rojhilatê Kobanê li nêzîk taxa Kaniya Ereban civiyan da ku planekê bo êrişê deynin, lê Hêzên Pêşmerge zayarî wergirtin û cihê civîna wan destnîşan kirin û ew dan ber topan, lewam zerer û ziyanek mezin gihîşt wan û plana wan hat têkbirin.”

Emîd Şewket wiha got: “Îro balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî tenê li ser asman difirin û çavdêriyê dikin.”

Wî fermandarî wiha domand: “Çekdarên DAIŞê têk çûne, her ku dixwazin êriş bikin Hêzên Pêşmerge û şervanên YPGê planên wan têk dibin û bi tundî li wan didin.”

Şewket Mizûrî gotina xwe wiha qedand: “Bêtirî 260 mabatên Kobanê vegeriyane bajarê xwe, lê pêdiviya wan bi alîkariyê heye û rewşa wan ne baş e.”
 

Nûçeyên têkildar