26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serfermandarê Pêşmerge: Cihên setratejîk ên Şingalê di destê Pêşmerge de ne

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Serfermandarê Kurdistanê Ferîq Cemal Êmînkî ragihand ku, li Şingalê cihên setratejîk di destê Hêzên Pêşmerge de ne û heta niha jî ew êrişên ku DAIŞ kirine ser Pêşmerge hemû hatine pûçkirin û bi tundî bersiva wan hatiye dan.

Ferîq Cemal Êmînkî Serfermandarê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji KDP.info re ragihand: “Cihên setratejîk ên Şingalê di destê Pêşmerge de ne û çeperên xwe biqiwet kirine û gellek caran terorîstên DAIŞê hewl didin ku êriş bikin, lê Pêşmerge bi tundî bersiva wan dide û wan dişkîne.”

Êmînkî  wiha domand: “Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî alîkariya Hêzên Pêşmerge dikin û çeperên DAIŞê didin ber bombeyan.”

Serfermandarê Hêzên Pêşmerge wiha got: “Şerê kolanan hinekî zehmet e, ne wek şerê deştê ye. Terorîstên DAIŞê bi qenas û hawinan Hêzên Pêşmerge topbaran dikin û Pêşmerge jî bi tundî bersiva wan dide.”

Cemal Êmînkî her wiha ragihand: “Heta niha Hêzên Pêşmerge bi temamî êriş nekirine ser wan terorîstan li Şingalê, lê kêm ew yek kirine.”

Ferîq Cemal Êmînkî da zanîn ku, “Di rojên borî de hejmarek zêde ji terorîstên DAIŞê hatin kuştin, lê ti amarekî fermî di destê me de nîne.”

Nûçeyên têkildar