25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Konsulusê Misirê: Em amade ne bo pêşkêşkirina her cure hevkariyekî bo Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê pêşwazî li Konsulusê nû yê Misirê yê li Hewlêrê kir spasiya Hêzên Pêşmerge û xelkê Kurdistanê kir ku karîne li hember terorîstên DAIŞê serkeftinên gelek mezin bidest bixin û serxweşiyên xwe jî pêşkêşî kesûkarên wan Şehîdan kir ku di şerê dijî terorîstên DAIŞê de Şehîd ketine û herwiha hêviya bilez çê bûnê jî ji bo birîndaran xwest û amade bûna Misirê bo pêşkêşkirina her cure hevkariyekî bo Kurdistanê diyar kir.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Misirê yê li Hewlêrê Omer Fehmî kir.

Di civînê de Omer Fehmî jiber pêşwaziya gerim spasiya Serokwezîrê Kurdistanê kir û ragehand ku Komara Misirê gelek girîngî bi peyweniyên xwe yên li gel Kurdistanê dide û eşkere kir ku weke Konsulusê Misirê wê tevahiya hewlên xwe bo bihzêtirkirina peywendiyên han bitevger dike.

Fehmî di beşeke din ji axaftinên xwe de spasiya Hêzên Pêşmerge û xelkê Kurdistanê kir ku karîne li hember terorîstên DAIŞê serkeftinên gelek mezin bidest bixin û serxweşiyên xwe jî pêşkêşî kesûkarên wan Şehîdan kir ku di şerê dijî terorîstên DAIŞê de Şehîd ketine û herwiha hêviya bilez çê bûnê jî ji bo birîndaran xwest û amade bûna Misirê bo pêşkêşkirina her cure hevkariyekî bo Kurdistanê diyar kir.

Di beşeke din ya civînê de Serokwezîrê Kurdistanê jî bi minasebeta destbikarkirina wî weke Konsulusê nû yê Misirê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Omer Fehmî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û piştgîrî û hevkariya xwe jî bo Fehmî diyar kir.

Di beşeke din ya civîna han de rewşa Kurdistanê, ya Iraqê, rewşa deverê û herwiha peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî hatin şîrovekirin. 

Nûçeyên têkildar