Nêçîrvan Barzanî: Ligel biryara vekirina Konsulusxaneya Çînê niha her 5 endamên Civata Ewlekariyê li Hewlêrê nuneratiya xwe hene
__2014_12_28_h18m35s42__LB.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê pêşwazî li Konsulusê Komara Çîn kir û di wê hevdîtinê de vekirina Konsulusxaneya Çîn ya li Hewlêrê jî bi pêngaveke gelek girîng wesif kir û tekez kir ku ligel vê biryara Komara Çîn niha her 5 endamên Civata Ewlekariya NY li Hewlêrê de nuneratiya xwe hene.
Îro li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Komara Çîn yê li Hewlêrê Tan Banglen kir.
Di civînê de Konsulusê Komara Çîn hevdem li gel vê yekê ku spasiya Serokwezîrê Kurdistanê kir, eşkere kir ku di çend rojên pêşiya me de Konsulusxaneya giştî ya Komara Çîn li Hewlêrê tê vekirin û jiber vê çendê jî heyeteke rayedarên Komara Çîn serdana Kurdistanê dike.
Nav hatî di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kir ku Çîn gelek girîngî bi peywendiyên xwe yên li gel Kurdistanê dide ku devereke aram û pêşkeftiye û derfetên pêşkeftinên zêdetir tê de hene lewre Çîn dixwaze beşdariya vê prosesa han bike û tikiliyên xwe yên bi Kurdistanê re berfiretir û bihêztir bike.
Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê spasiya serdana Konsulusê Komara Çîn kir û jiber destbikar kirina vî jî pîrozbayî li vî kir.
Serokwezîrê Kurdistanê herwiha amade bûna xwe bo beşdarî kirin di merasima vekirina Konsulusxaneya Çînê de diyar kir û vekirina Konsulusxaneya Çîn ya li Hewlêrê jî bi pêngaveke gelek girîng wesif kir û tekez kir ku ligel vê biryara han ya Komara Çîn niha her 5 endamên civata ewlekariya NY li Hewlêrê de nuneratiya xwe heye.
Nêçîrvan Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de tekez li ser vê yekê kir ku Kurdistan jî gelek girîngî bi tikiliyên xwe yên li gel Komara Çîn dide.
Di berdewamiya civîna han de rewşa Kurdistan, Îraq, deverê û herwiha şerê dijî terorîstên DIŞIê jî hate nîqaşkirin.




