25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Em li hêviya rolek baştir in ji Amerîka..McCain: Amerîka dê li ser alîkariya Kurdistanê berdewam be

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di pêşwaziya Senatorê Komarîxwazên Amerîka John McCain de ragihand ku, bêguman Herêma Kurdistanê çi ji aliyê leşkerî û çi ji aliyê mirovî ve pêwîstiya wê bi alîkariyên bêtir ji civaka navdewletî heye û ew çaverê dikin ku Amerîka di vî warî de roleke diyar bibîne. Hevdem McCain da zanîn ku Amerîka dê li ser pêşkêşkirina alîkariyên mirovî û leşkerî berdewam be.

Îro êvarî Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Senatorê Komarîxwazên Amerîka John McCain û şanda pêre kir.

Di wê hevdîtinê de McCain pîrozbahiya serkeftinê li Hêzên Pêşmerge li eniyên şerê li dijî terorîstan li navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê kir û destxweşî li li serkirdayetiya siyasî û li Hikûmeta Kurdistanê û li xelkê Kurdistanê kir.

Herwiha John McCain serxweşî li malbatên şehîdên şerê li dijî terorê kir  ku bi wêrekî li dijî wan terorîstan bûn û amaje bi wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê cih û pêgeha xwe ji aliyê parastina beha û binemayên mirovî heye û xelkê Amerîka û dunyaya azad, rêz û hurmeta wan ji bo vê bergiriyê heye.

Wî Senatorê Komarîxwazên Amerîka ragihand: “Em hatin da ku ji nêzîk ve rewşê bibînin û ji aliyê leşkerî ve me ligel serkirdayetiya leşkerî hevdîtin pêk anîne, ku hinek jêhatî û mêrxas serkirdayetiya şer dikin, ku cihê baweriyê ne li ba me hemûyan. Çi ji destê me bê ji aliyê leşkerî û mirovî, emê pêşkêşî Herêma Kurdistanê bikin û emê li ser wê yekê berdewam bin.”

Ji aliyê mirovî jî spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û xelkê Kurdistanê kir, ku karîne bi karînên kêm pêşwazî li pêkhatên cuda yên navçeyê, bi taybetî Mesîhî û Êzîdiyan bike û wan ji karesatên mezin rizgar bike.

Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bilî keyfxweşiya xwe bi wê serdanê, behsa rola diyar a Pêşmerge di şikenandina terorîstan de kir, ku ji roja yekê de ligel xelkê Kurdistanê bû û ew êrişên asmanî pêk anîn ku pir bi bandor bûn di guhertina hevsengiya leşkerî de bo berjewendiya Hêzên Pêşmerge.

Nêçîrvan Barzanî her wiha tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam dibe li ser parastina kêmîneyên neteweyî û olî li Kurdistanê, lê bêguman Herêma Kurdistanê çi ji aliyê leşkerî û çi ji aliyê mirovî ve pêwîstiya wê bi alîkariyên bêtir ji civaka navdewletî heye û ew çaverê dikin ku Amerîka di vî warî de roleke diyar bibîne.

Nûçeyên têkildar