Aliyên siyasî yên herçar parçên Kurdisatnê daxuyaniyên Bayik û Demîrtş şermezar kirin

Hewlêr-KDP.info- Nûnerên aliyên siyasî yên herçar parçên Kurdisatnê li Hewlêrê di civînek rojnamevanî de daxuyaniyên Cemîl Bayik û Selahedîn Demîrtaş şermezar kirin û ragihandin ku, ew ne ligel wan daxuyaniyên ku ne di qezenca vê demê de ne ji bo kurdan, ji ber ku ziyanê dighînin gelê kurd û ew ne ligel wan daxuyaniyan e.
Îro li Hewlêrê nûnerên 60 aliyên siyasî yên herçar parçên Kurdistanê, komîteyek ji 16 kesan pêk anîne û her carê û li ser pirsekê Kurdistanê dicivin.
Piştî civîna îro a wan aliyên siyasî, civîneke rojnamevanî lidar xistin û ragihandin: Em destxweşiyê serkeftibên Hêzên Pêşmerge dikin. Serkeftinên Pêşmerge li Şingalê şanazî ye bo hemû xelkê Kurdistanê. Herwiha em spasiya helwesta Serok Barzanî dikin, ku bi dirêjahiya demên borî de serkêşiya eniyên şer dikir û navçeyekî berfireh ji destê DAIŞê rizgar bike.
Derbarê daxuyaniya Selahedîn Demîrtaş û Cemîl Bayik, nûnerên aliyên siyasî ragihandin ku ew ne ligel wan daxuyaniyên ku ne di qezenca niha de ne, Ji ber ku ziyanê dighînin gelê kurd û em ne ligel wan daxuyaniyan e.
Di beşek din a wê civînê de, endamê komîteya aliyên siyasî de û Sekreterê Yekîtiya Netewe ya Kurdistanê Xefûr Mexmûrî ragihand: “Em ne nûneratiya partiyên xwe dikin, lê belê em nûneratiya nêrîna hemû aliyên siyasî dikin, eger nûnerên çend aliyekî ne amadebin, nayê wê wateyê ku ew ne ligel daxuyaniya civîna komîteya aliyên siyasî ne.”
Wê komîteya aliyên siyasî daxwaza qerebûkirina xelkê Şingalê û hewl bê dan ku di demeke nêzîk de ew navçe bên rizgarkirin û kurd daxwaza serxwebûna Kurdistanê bikin û hewlên Serok Barzanî bo yekxistina navmala kurdî bilind nirxand.
Beriya niha Hevserokê Civakên Kurdistanê (KCK) di daxuyaniyekê de ragihandibû ku, ew ligel yek parçebe û yekgirtina axa Iraqê ne.
Herwiha Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî ragihandibû ku, Şingal beşeke ji Iraqê û divê pergala xwerêvebirina serbixwe tê de avabibe.




